Hegemonya kapîtalîst a li Rojavayê Ewrûpayê hilat, pêşengiya sîstema şaristaniya navendî ya bi koka xwe Rojhilata Navîn xist destê xwe û tevî ku rê li ber felaketên mezin vekir jî hewl da ji nû ve xwe li ser çanda Rojhilata Navîn ava bike. Li ser çanda zêhnî û çanda maddî xebatên hegemonîk meşandin. Bi vê xebatê çandên civakî yên hezarê salan anîn ber tesfiyekirinê. Wê ev yek jî bi saziyên xwe yên sîxur kir. Di serê van saziyan de dewletokên netewe tên. Di bin hegemonya van dewletokan de timûtim tevkujî, mêtingerî, asîmîlasyon, qirkirin û entegrasyona bi darê zorê meşandin. Di dîroka dused salên dawî yên Rojhilata Navîn de n akokiyên binyewî yên herêmê jî hatin bikaranîn û ev saziyên hegemonîk hatin avakirin. Mixabin kes hê jî nafikire ku xwe di warê van saziyan de serwext bike. Modernîteya kapîtalîst ne bi tenê di şêwazê fikra oryantalîzmê de, li ser tevahiya jiyanê hatiye ferzkirin. Mirov dikare vê bi analîzên berfireh û bi metafora di nava ‘qefesa hesinî’ de rave bike.
Негізгі бет 40-Besa Seyemin-A
Пікірлер