Çavreşê Rihayê - Şivan Perwer - (The Collection 10 - 1985 )
Text & Musik:Şivan Perwer
Çavreşê Rihayê
Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê wey
Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min
Van keçan dil girtine wax zeriyê me
Van keçan dil girtine zeriyê me wey tu delala Rihayê
Riha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min
Riha maye di nav gulan ax zeriyê we
Gul danîne nav dila wax zeriyê me
Gul danîne nav dila zeriyê me wey hûn çavreşên Rihayê
Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeriyê me
Zeriyê me bi şarê reş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey hûn delalên Rihayê
Wek bilbilan dengxweş in zeriyê me
Wek bilbilan dengxweş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey hûn delalên Rihayê
Dikim nakim nê rayê zerya min
Dikim nakim nê rayê wax zerya min
Pê re ketim belayê wax zeriya min
Pê re ketim belayê zeriya min wey tu çavreşa Rihayê
Riha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min
Riha bê te li min nayê lê zeriya min
Bê te sebra min nayê wax zeriya min
Bê te xewka min nayê zeriya min wey tu delala Rihayê
Gotin û awaz: Gelêrî
Berhevkar: Şivan Perwer
Şivan Perwer - Official KZitem Channel.
www.facebook.c...
www.sivanperwe...
itunes.apple.c...
www.last.fm/de...
Негізгі бет Çavreşê Rihayê - Şivan Perwer - (The Collection 10 - 1985 )
Пікірлер: 16