Di welatê Xaldiya de ji gundên herî kewnar yek e, ji Êlîhê 50 û ji Qûbînê 32 kîlomêtreyan dûr e. Di dema xwe ya biro biro de gund şên bûye. Lê mixabin roja îrohîn, di Gund de pênc malbat dijîn. Ew ji eşîra denayî ne; Ji wan malbatan yek ji Şengalî ye.
Ji feqîrî, zor, zext û zilmê ezdî ji cih û warên wan kirine. Rehma dilê Êzdiyan pir fireh e. Kirinên hin evdên ku çav beliqandine, cih, war û hebûna wan bi salan şûnda jî dema behs dike, diyareke ku dilê Apê Elî pir êşandine. Ji bê hedurîye ji welêt derketine, lê tirsa wan ew e ku, li cihên hedûrî lê heye, civak ji çanda xwe dûrkeve.
Di sedsala 19 de Osmanî bi şerên Rûs û Îran û di serhildanên Balkan û Misirê de şerpeze dibe û xwînê winda dike. Desthilatdariya wî ye li ser Mîrektiya jî sistbûye. Ji bo ve zexm bike Mistefa Reşît Paş wek walî tayînî Amedê dike. Ev Reşît paşa li ser Êzdî û Ermeniyan komkujiyan pek tîne.
Негізгі бет Фильм және анимация Ax! Welato: Gundê Hemdûna
Пікірлер: 4