Hozan Aydin - Îşev
Gotin: Ednan Dogan
Awaz: Hozan Aydin
(Desegulek diyarî ji bo zulfên Jîna Amînî û ji bo raperîna zulfan)
Weke tê zanîn ku, çendeke berê li Rojhilat bûyerek qewimî bû. Keça Kurd a 22 salî Jîna Amînî, porê xwe li gorî daxwaza dewletê veneşarti bû, ji alî polîsên dewleta Îran'ê ve hatibû lêdan û ji ber lêdana bi xeterî jiyana xwe jidest dabû zor mixabe 😔
Li gelek deverên dunyayê û bi taybet li Îran'ê, gel rabû ser piyan bi taybet jî jin.
Ev bûyer û bi taybet xweyîderketinek bi raperîn, bandor çêkir ku bira yê hêja, helbestvanê dil zêrîn, Ednan Dogan, ji dilê wî helbestek gelek hêja derket, hest û dest xweş.
Weke tê zanîn ku Melayê Cizîrî, di gelek helbestên xwe de, pesnên zulfan dide; Ednanê bira jî, wek hinartinek ji Melayê Cizîrî re, dibêje Seyda rabê binere li serê zulfan çi qewimî û zulf jî çawa bi raperînanre direqisin bibîne!
Ednan'ê bira ji min re şand, li min jî gelek bandor çê kir û ji dilî min jî awaz hat me bihevre ev stran afirand û pêşkêşî we guhdarên Ezîz dikin...
Godarî xweş
ÎŞEV
Rabe Cizîrî tu ji gorê îşev
Dane ber hev meqes û kêr û xencer
Dibirrin por û qijên xwe kezîzer
Dîlan sema reqsa zulfa ye îşev
Sorkurdî bû xwîna bi eşq digerî
Hov û bêexlaq tirsiyan bê serî
Xwestin kakul û biskan bikin kerî
textê kendiran zulfan hejand îşev
Dîsgotin
Govend digere b'xwînê seyda îşev
Serçopî zulf e weleh yeqîn îşev
Tola hezaran salan vaye îşev
Hiltîne cot zulfên şepalî îşev
Gotin: Ednan Doğan, Awaz: Hozan Aydin (Îlon 2022)
#stranjiyane #jînaamînî
Негізгі бет Музыка AYDIN - Îşev (Ji bo Jîna Amînî)
Пікірлер: 69