Peyv û Awaz : Şehîd Îbrahîm Sari
BERPALA TE
Berpala te spîye
Çîyayê reşkê tarîye
Tembûra min dinalîne
Bi hewara we re ye
Xewn û Xeyalên Şehîda
Di paxela we de ye
Beresîyê hê spîye
Faraşînê gulşîne
Xuşe xuşa çem û kanya
Cerg û dila dihelîne
Çîyayê reşkê bere reşê
Jîyana we jî xweş e
Çîyayê şaxê dilbirîne
Benda buharê maye
Kato li hewara we ye
Wê kendê we bibîne
Ez vê stranê ji bo bîranîna Şehît Îbrahîm Sari û hemû şehîdên tekoşîna azadîyê şîrove dikim.
Bager Medî .........
Негізгі бет Bager MEDÎ - & - BERPALA TE - 2020
Пікірлер: 77