Esker Demirbaş,strana Bavê mistefe ĥerma xoçvanê,
Ax Le hewî lo lo, hewî lo lo, hewî lo lo , hewî lo lo, hewilo lo,
Lê de dayê dêranê, ezê Erdaxana şewitî biketama çem û rez e
Go makîna, Mala Hecî Mihemed rabû berderê ofesê xwar dibeze,
Herçî serejêr bû li wêrana zozane Olçegê
Tekera wê mîratê negirt erdê welgeriyaye
Le birîndar û cenaze birin nexwaşxana li merkezê wî lo lo,
Ax de hewî lo lo, hewî lo lo,
Birîndara zelûla me hewî lo lo ax.
Ax hewî lo lo, hewî lo lo, hewî lo lo , hewî lo lo,
Wî lê dayê dêranê, ezê Erdaxana şewitî ketêm mij e bi dûman e,
Li xwedê îmanê li hecîye we dewrê bistîne,
Îmana xwe dane li ser malê dinyaligê di peran ê,
Go makîna mala gomo hatiye serê çiyayê bêxwayî welgeriyaye,
Dîsa cenaze û birîndar ji xwe ra li erdê mane
Bê xwayî û, bê xwadane,
Hewî lo loy ax hewî lo loy,
Be birîndara bavê Mistefê me hewî lo lo .
Ax hewî lo lo, hewî lo lo, hewî lo lo, hewî lo lo,
Wî lê dayê dêranê, minê bigota bira li mi nehata
Sira sibê li mîrata bangî çiya,
Lê cara bîcarîn bira ezê bala xwe bidimê
Cemeatêkê giran li derê Bavê Mistefê li hev civiya,
Le mi go :
Bavê Mistefê gula dîvana ye, mêrê meclîsa ye, dengbêjê welataye
Giregirê eşîreta top bûne dorê,
Ax lê cemeata wî ye şayî li hev civiya,
Mi nizanibû digo îro du ro û du şevê bavê Mistefê me temam bû,
Cenaze bavê Mistefê Erdaxana şewitî rabu hatîye
Li wêrana Xwarzîyanê, nava komê bi xwarziya,
Wî lê dayê dêranê, te çima ji mi ra nedigo ;
Gula dîwana, mêrî meclîsa , dengbêjê welata ,
Semta dengbêja li me biriya, hewî lo lo,
Ax hewî lo lo, hewî lo lo,
Ezê birîndara Bavê Mistefê me wî lo lo
Ax be hewî lo lo, wî lo lo, hewî lo lo, hewî lo loy,
Wî lê dayê dêranê, dilêm vê sibengê kînekîn e,
Li serê dilê mi kula geleke derda pir birîn e,
Lê îsal çend salê bavê Mistefê mi li temam bû,
Ezê çavê serê xwe li bîst gundê Xoçivanê digerînim,
Lê gula dîwana, mêrê meclîsa, dengbêjê welata
Ax lê bavê Mistefê qe nabînim,
Ax de hewî lo lo, hewî lo loy, birîndara zelûla me hewî lo loy.
Негізгі бет Музыка Bavê Mistefê - Asker Demirbaş
Пікірлер: 1