Bi hezaran sal e Baxçeyên Hewsela Amedê giyan dide derdora xwe. Li rexekî Hewselê Çemê Dîcleyê, li rexekî wê jî Sûr a Amedê. Navbera Dîcle û bedenên Sûrê bihûştek şînahiyê heye. Di her demsalê de xwezaya Baxçeyên Hewselê rengên xwe diguherîne. Bi hatina demsala biharê re rengê kesk, sor, û zer ên biharê didin nîşandan. Darên spîndaran hemû xweşikiya xwe radixin ber çavan. Pelên daran ên kesk bûn, bêhna biharê dide hîskirin. Li aliyekî ava Çemê Dîcleyê diherike û li aliyekî jî Baxçeyên Hewselê ku bi warê xwe malovaniyê ji her cûreyên çûkan û sewalan re dike. Bêhna xwezayê ku ji Hewselê li derdora belav dibe, di nava Hewselê de dengê çivîkan û li ber Çemê Dîcleyê jî dengê beqan mirovan aram dike. #Amed #diyarbakır #Hevselbahçeleri #diclenehri #cotkar #çiftçi #çiftlik
- Жыл бұрын
Baxçeyê Hewselê - Amed
- Рет қаралды 2,266
Пікірлер: 4