چیای ئەلەگەز جێ و واری کوردانە، چیای هەرەبڵندی ئەرمینیایە کە بەرزاییەکەی زیاتر لە چوار هەزار مەترە لەسەر ئاستی رووی دەریا. لە دەوروبەری ئەم چیایە 11 گوندی کورد هەن.
کورد لە ئەرمینیا بە نەتەوەی دووەم دێنە ئەژمار و زۆرینەی هەرەزۆری ئەمانەش کوردی ئێزدین. کوردی دەوروبەری چیای ئەلەگەز لەسەر بەخێوکردنی ئاژەڵ دەژین، هەربۆیە بژێویان زیاتر لەسەر بەرهەمەکانی شیرە.
ساڵح کەڤربڕی لەم بەڵگەفیلمەدا ژیانی کوردەکانی دەوروبەری چیای ئەلەگەزی بەسەردەکاتەوە.
بەرهەمی ساڵی 2013
Elegez cih û warê Kurdan e. Çiyayê herî bilind ê Ermenistanê ye. Bilindahiya wê 4.095 metre ye. Ermenî jê re Alagyaz an jî Aragats, Azerî jê re Alagoz dibêjin.
Îro li derdora Çiyayê Elegezê 11-12 gundên Kurdan hene. Elegez, Riya Teze - ku berê jê re Qundexsaz digotin -, Pampa Kurda, Cercerîs, Qurubxaz, Senger, Çobangermes, Korbilax, Axdara, Keleşbeg, Çamişlu û Dêrik.
Dema ku tevî rojnameger û nivîskarê emegdar ê rojnameya Riya Teze, Mirazê Cemal, me ji Yêrevanê berê xwe da dorhêla gundên Çiyayê Elegezê, çokek berf li erde hebû.
Çiyayê Elegezê bi qasî Çiyayê Araratê bi heybet nebe jî, ji bo Kurdan xwedî taybetmendî û heybeteke cuda ye. Beşekî ji wan Kurdan sed sal beriya niha, beşeke din ji sed salî zêdetir in ku dorhêla Çiyayê Elegezê ji xwe re kirine wargeh. Li welatê bav û kalan, ango li Serhedê, debara xwe bi çi kiribin, li Elegeza Ermenistanê jî heman karî hê jî berdewam dikin.
Di serî de gundên Elegez, Riya Teze û Camişlu; tevahiya gundên Kurdan ên li quntara Çiyayê Elegezê bi xwedîkirina pez û dewaran ve mijûl in. Ji ber vê yekê jî jiyana wan li ser şîr, penîr û mast e. Nexasim jî şîr.
Îşxanê Ehmedê Dawetî tevî birayê xwe Rûstem li gundê Riya Teze şîrê tevahiya gundên Kurdan dikire. Ne tenê ji gundên Kurdan, her wiha ji gundên Ermeniyan jî gellek kes şîrê xwe difiroşin wî. Ew ji serê sibê heta berêvarkî li fabrîqeya xwe ya şîr di nav karekî giran de ye.
Refîqê Erfûtê Elo 48 sal in ku mamostetiyê dike û ev 35 sal in mamosteyê gundê Camuşvanê ye. Bi awayekî giştî ji me re behsa aboriya gundên Çiyayê Elegezê dike. Li gorî wî gundê Elegezê paytexta gundên Kurdan e û şîr ji bo tevahiya şêniyên gundan gellekî girîng e.
Ezîzê Tîtalê Xudo serok û muxtarê gundê Elegezê ye. Ew jî diyar dike ku demeke pirr dirêj e Kurd li vî gundî dijîn û bi dehan rewşenbîr, rojnameger, profesor ji gundê Elegezê derketine. Ew bi xwe jî biraziyê profesor û kurdzan Şekroyê Xudo Mihoyî ye, ango kurê Tîtalê Xudo ye.
Nînaya Savoyê Cindî jî li gundê Elegezê dijî. Bav û kalên wê ji derdora Qersê hatine. Diyar dike ku şîr, penîr û mast ji bo wan gellekî girîng e, bi jiyana gund kêfxweş e û bi ti awayî nikare li bajaran bijî.
Çendek paşê, tevî ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo, em li mala Casim qesidîn. Casim birayê rewşenbîr û nivîskarê kurd ê rehmetî Çerkezê Reş e. Mirazê Cemal her wekî li gundên Elegezê, li vir jî bi me re bû. Sînem û Casimê Tadaşê Qero xwişk û birayê hev in. Li gundê Zvartnosa Eçmiadzînê kar û barê bav û kalan berdewam dikin. Xwediyê keriyekî pez yê giran in. Malbata wan tevî 2 şivanên Ermenî yê bav û kur karekî giran lê bi kêfxweşî dikin.
Viktir şivanê malbata Casim e. Tevî kurê xwe şivantiya mala Casim dike. Dibêje ku ji mala Casim zehf razî ye. Vîktir dibêje ji berê ve Kurd û Ermenî dost û mirovên hev bûne û niha jî dostê hev in. Ew bi hev re xebitîne, bi hev re jiyana xwe borandine. Ew bi xwe şivanê Axilkelekê bûye. Di dema Sovyetê de nêzîkî 40 salan şivantî kiriye. Ev 5 sal in ku şivanê vê mala Kurdên Êzdî ye. Pezekî giran di stûyê wan de ye, lê bi qasî dibînim, ew ji xebata xwe kêfxweş in.
Beriya em bên gund, min ji Apê Egîd hêvî kiribû ku qewlikê xwe yê mey û bilûran bîne. Anîbû. Dema ku Egîdê Cimo, ‘lûr de lûr’ û ‘qeydê nêriyan’ lê dixist, roj diçû ava û keriyê pez dikete nava gund.
Негізгі бет BelgeFilm-Şîr û Kurdên Elegezê | بەڵگەفیلم- شیر و کوردی ئەلەگەز
Пікірлер