Bave Seyro kurê Hiseyne Axê Omerî , navê keça wî jî Seyro(Seyrê) bu û li Terê (gundekî eşîra Omerya) rudinişt. Dibêjin bi ciwanî rindiya xwe bi nav û deng bû û axetî li wê herêmê dikir! Pir spehî bû. Hiseyne Axê kure Mihemed Ciziri Axaye Omeriya ye. Ya stranê tavê ser Hiseynê axê jî dibejin jineke Alucîye( Gundêkî Eşîra Omerîya) û stran di sedê 19.(nozdehan de) hatiye ziman. Mixabin di serîde Ayşe Şan û çend hûnermendên din orîjînala stranê gûherandine. Ez orîjînala wê datînim jêr ji arşîva seydayê Cegerxwîn. Bavê Seyro (Orijînala Stranê ): Bavê Seyro Qurban çima deynakî? Her çar malê Alûca li qûna diyêr deman nakî? Sîng û berê min keçîkê Weke bexçê zinara Mêrdînê Ji xwe re tapû nakî Yadê! Navbera min û bavê Seyranê Xweş dîware Ezê rabim pêhinkê lêxim bere Ji jorde bêyî xwar e Heke dê û bavê min keçikê gotin: Lawo çibû çi qewîmî Ezê bêjim Yabo!Yadê! Bû girêna destara Yadê rebenê! Min Bavê Seyranê dîbû li vî milî Xwezî sê biskên dişê biketa ber Simbilê Bavê Seyro reşe palikkirî Min sond xwariye terka Bavê Seyranê tû car nakim Heta teresê çoxreşa li min û Bavê Seyranê nekin gilî... (çavkanî: Cegerxwîn) kzitem.info
Пікірлер: 5