BAVÊ TESÎMÊ Li mi lo lo li mi lo lo... le hey la le Têlo digo le Dîdo da dayê xwezila bi sala di ewilî le gava ku Bavê Tesîmê ji malê siwar bû êla me Berazan û Seyîda bi rê keto fenanî siwarê dawetê ji malê dixemilî siûda Mala Seydo li gaza Mêrdinê nedişixulî siûda Mala Seydo li gaza Mêrdinê çep fitilî agirê kulê bikeve mala fesad û şeytanê me Kurmanca li kirrê Qirîjdaxê ciwab didane Kelhan Paşa berhev kiriye firqa Entabê Helebê Mêrdîn û Meraşê, Siwêrek û Meletiyê le gava dor li Bavê Tesîmê digirtin de bira tê ra derketa Şefîq û Şefo na wele Ferzende, Evdilbaqî, Keremê Qolaxasiyê, Evdilhemid¹ Şêrê Sugulî na wele Feyzo berxê Mala Hecî, Bavê Îpegê kelek ji kelê di kevirî ax li mi lo lo, li mi lo... le Apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê Le hey la le Têlo digo le Dîdo da dayê birek siwarê mala bavê mi serkurê siwarbûne Londerê² wa ji Xetê ezê bûk im bûka pişt perdê le rûyê mi nagire tuyê xwe berde pêşiya Bavê Îpegê le destê xwe bide desta, devê xwe bike rikêfa di zengûyê bêje apo tu xêr û silametî hatî kekê mi kanê le dema ku vê sibengê xwe berdabû pêşiyê destê xwe dabû desta devê xwe kiribû rikêfa di zengûyê digo apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê go le lawo tiliya bavê te çavê min û te ra here le belkî agirê kulê bikeve mala fesad û şeytanê me Kurmanca li kirrê Qirîjdaxê ciwab didane Kelhan Paşa berhev kirî firqa Entabê, Helebê, Mêrdîn û Meraşê, Siwêrek û Meletiyê le gava dor li bavê te digirtin tu kesekî nedisekinî wa li pêşiyê bavê te fenanî kelakî disekinî wa li pêşiyê derbekî bi dest berdane bedena bavê te da birîna wî kûr e xedar e li deqa pêş eniyê îstiqameta bavê te dane şehrê Qamişliyê cinyazê bavê te ma li Çiyayê Selefxanê li nava xelkê Qeregêçiyê³ wî bavo wayê ax li mi lo lo li mi lo... le apo tu bi xêr û silametî hatî kekê mi kanê. 1 Ji eşîra Berazan e, birayê Elîcan e. 2 Mewqiyek li Qamişloyê ye. 3 Eşîreteke Kurdan e Şakiro Antolojiya Dengbêjan Ömer Güneş & İbrahim Şahin
Пікірлер: 8