Okunan kaside:
DİL DE Bİ DESTÊ DİLBERÊ
Qedrîyâ dil de bi destê dilberê dâ kit celâ
Dâ ḣuyâ bit der dilê dil şâhidâ şêrîn ‘alâ
Der dilê dil şehnuşîna gülşenâ ṯarẖâ şepâl
Nûr û enwâr jê dibârin, lew dibûm lê mubtelâ
Mubtelâ ṯarẖâ şepâlim, girtiyê wê zülf û ḣâlim
Rôj û şev pê râ hevâlim, deşt û çôl û Kerbelâ
Çûn hevâlek dilfedâ me, rûẖ ji maẖbûb necudâme
‘Âşiqê nûrâ Ḣudâ me, b’‘izz û rif‘at muncelâ
‘Andelîbê ‘işqê bâzim, der ğamê zülfâ dirâzim
Pur bi âwâz remz û râzim, bûme ez ṯayru’l-melâ
Murğê ‘işqê pur ji mêjim, misk û gülâvê dirêjim
Qawl û âwâzân dibêjim, s̱âdiqe ez “qâlû belâ”
S̱âdiqê rôjâ elestim, j’kâsikâ yârâ ḣwe mestim
B’her dû zulfân dil bi bestim, der burûc û menzilâ
S̱âdiqê tewẖîd û nûrim, der meqâmê Kûhê Ṯûrim
Bihn ji kâfûr û biḣûrim, murşidê qalb û dilâ
Der qulûbân nûrê keskim, b’‘anber û reyẖân û miskim
Pur per û enwâr û biskim, bûkâ kôçk û meẖfelâ
Der serâyê şehnuşînâ, Qadriyê mecƶûb û dînâ
Murşidim Şâhê Emînâ, Ceddê Şâhê Kerbelâ
Dilber û şem‘â dilâ me, ẖaq ji neslâ Mus̱ṯafâ me
Şewqê dâ bû ḣâs̱ û ‘âme, yâ Rab iẖfaż min belâ
Şem‘ û nûrâ dilberâ me, ḣeml û ḣêlâ esmerâ me
Nêrgizâ kôşk û serâ me, hâƶâ ẖâlî ewwelâ
Nêrgizâ pîr û ciwânân, çîçekâ l’dest şâh ğazâlân
Findikâ şeyḣ û şepâlân, der maqâmê kâmilâ
Der meqâmê ẖayretî me, nûrê waẖdet pê ketî me
Der kunûzê wus̱letî me, lâ we lâ illâ we lâ
Lâ we lâ waẖdet maqâmim, şeyḣê cinn û ins û ‘âmim
Rehberim Şâhim H̱usâmim, min ṯabaqâti’l-‘ulâ
Min ṯabaqâti’l-kunûzî, câ’ lenâ remzu’r-rumûzî
Yâ lenâ fewzu’n-nufûzî, yâ lenâ baẖru’l-wilâ
Yâ lenâ baẖru’z-zeḣâir, yâ lenâ kenzu’l-cewâhir
Yâ lenâ sırru’s-serâir, min ẖus̱ûni’l-mumtelâ
Yâ lenâ ẖażżunâ wâfir, ceddunâ Ṯâhâ û Ṯâhir
‘İlmunâ ‘ilmu’ḋ-ḋamâir, min ‘ulûmi’l-kummelâ.
Негізгі бет Divanı irfan seyyid M. KADRİ hazin (k.d.s)
Пікірлер: 7