open.spotify.c...
/ pay%c3%aeza-dereng%c3%...
music.amazon.c...
/ drakaya
Helbest : İbrahim Seydo Aydoğan ( ji helbesta bi navê Diyarbekir)
Muzîk : dr ahmet kaya
Aranje : Mustafa Biber
Solîst : dr ahmet kaya
Vokal : Tara Mamedova- dr ahmet kaya-mustafa biber
Tembur : Yalçın Beyaz
Çello : Murat Süngü
Gîtara bê perde û tambûr : Uğur Varol
Elektro U klasîk gîtar : Mustafa Biber
Computer pragramming : Rüstem Mahmudov, Mustafa Biber
Perkusyon : Burhan Hasdemir
Qeyd û mix : ADA studyo -İstanbul Özgür Özkan Mete
Masterîng : Michael Schwabe- Monoposto Mastering GmBH Düsseldorf
BAJARÊ NAV XEYALAN
Tu li min dinêrî
Li bajarekî mirinê ji nav xeyalan
Çavên te bajarekî tîne bîra min
Çavên te hemû emrê min ê windayî
Çavên te Dîyarbekirê tîne bîra min
Te digot ji min re kulilkekê bîne
Bila neqefile
Ma qey tu nizanî
Emrê min nuha di nav êgir da diqefile
HAYALLER İÇİNDEKİ KENT
Bana bakıyorsun
Bir ölüm kentinden
Ve bir hayalin içinden
Gözlerin bir kenti hatırlatır
Hem de yitip giden ömrümü
Gözlerin bana Diyarbekir’i hatırlatır
Bir tomurcuk getir derdin bana
Donmayacak bir tomurcuk
Bilmez misin ?
Ömrüm ateşler içinde donmakta
DÎYARBEKİR (Temama helbestê)
Tu li min dinêrî
Li bajarekî mirinê ji nav xeyalan
Ez rêyekê datînim ber xwe di çavên te de û diçim
Çavên te bajarekî tîne bîra min
Çavên te hemî emrê min ê windayî
Çavên te Dîyarbekirê tîne bîra min
Kenê te li ezman hatiye reşandin
Û her stêrkek şanikek li ber lêvên te her kenekî te kêrek
Her kenekî te behrek dadayî di dil de
Her ku ez difikirim
Heftê caran erd diheje li vir
Heta ku ez ji wî şekirê lêvên te nemêjim
Ne roj tu roje ji min re
Ne jî şev tu şev
Te digot ji minre kulîlkekê bîne
Bila neqefile
Ma qey tu nizanî
Min emrê xwe li kolanên Dîyarbekir reşandiye
Emrê min nuha di nav êgir da diqefile
Te digot ji min re stranan bêje bila ji dil bin
Ma qey tu nizanî min dilê xwe li wir hiştiye
Dilê min peqilk dide nuha di nav bêrîkirinê de
Tu li min dinêrî
Li bajarekî mirinê ji nav xeyalan
Çavên te bajarekî tîne bîra min
Çavên te hemû emrê min ê windayî
Çavên te Dîyarbekirê tîne bîra min
Te digot ji min re kulilkekê bîne
Bila neqefile
Ma qey tu nizanî
Emrê min nuha di nav êgir da diqefile
Негізгі бет dr ahmet kaya - bajarê nav xeyalan [Official Music Video © 2021 ]
Пікірлер: 28