Deng: #Neşmîl_Nizamî
Helbest: #Ehmedê_Xanî
Ey derîxa mame tenha ez ji şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet paşî wê dêmenwerê
Bê qerar im şubhî zîbeq bê ewê sîmenberê
Paşî lêvêt wê venaxom mutleq ava kewserê
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xakisterê
Sed mixabin çû ji bal min ew hebîba çavbelek
Ah û efxanim şev û rojan diçin hetta felek
Wê ji feryadê di min ’aciz dibin ins û melek
Mam di qeyda dax û derdan paşî wan zulfêt helek
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
Hicreta yarê bihatim şubhî finda şu’ledar
Ketme halê iftiraqê ji ihtiraqê bûme nar
Ew wucûda bê wucûd e suht û têkda bû xubar
Min nevê dunya bi carek paşî wan çavêt xumar
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
Ger di hîna ez wefabim bête ser min ’izre’îl
Mujdeya xuldê di wê gavê bidet min cibre’îl
Xizrê ferrux bê ji min ra ew di wê rê da delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser selsebîl
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
Çerxê keçreftar e wa weyla! Ku ez heyran kirim
Ser bi gerdan bûm welêkin zêde sergerdan kirim
Bê dil û ’eql û hewes carek ku bê iz’an kirim
Zêde vê bê mirwetê ev reng ku ez talan kirim
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
Zînihar ey dositan weqtê bikim ez hicretê
Van du misra’an kitabet kin li perkê kaxetê
Da di dest min da sened bit ew di beyta axretê
’Erzuhalê min bibit mezmûn ji hîna hezretê
Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dilberê
Dê çi lê kem cennetê pê wer bikem xaksiterê
#Ehmed_ê_Xanî #Ehmedê_Xanî #Memûzîn
#Mem_û_Zîn #Memozîn #Mem_o_Zîn #Mem #Zîn
#helbest #sitran #kurdish #kurdishmusic #lawje #kurdistan #dengbej #helbest_ên_kurdî
#jiyan #Mem_û_Zîn #evîn #Xanî #Ehmed_Xanî #amed #diyarbakır
#kurdishmusic #kurdî #dengbej #folklor #helbest #helbestenkurdî #بوکان #kurd #مهاباد #سه-رده_شت# #Neşmîl_Nizamî #lawje #Newroz #Newroz_pîroz_be #Sitran #Helbestvan #Ûrmîye #Kurdistan #Helbestvan
Негізгі бет Ойын-сауық Ey derîqa mame tenha - Ehmedê Xanî - deng - Neşmîl Nizamî -
Пікірлер: 2