ÊDÎ BESE LÊ DAYÊ
Êdî bese lê dayê
vaye ez diçim şoreşê
Hevalê'm tev çûne ma
tenê az mame rûreşê
Sebra min li vir nayê
dilê min ji bo çiyê nexweşe
Negrî dayê dayîka min
teva hemêz li min vekir
Ewê ji nû şîn bibin
gul û kulîlken zozana
Ewê azad bifirin
teyrê baz li asîmana
Baran serbest bibare
ser nêrgiz û ser şîlana
Tilîlî bikşîne dayê
bikev nav govend û Dîlana
Evîna dilê min tuzanî giran û geleke
Megrî hêsrên xwe paqke ji
wan çavên xwe yê beleke
Ger şehîd bim mezelêm
nav zikê welat veke
Ew dayîka me hemûyan e
vaya tu car ji bîr neke
Tembur:Turhan yapıştıran
Gotın û Muzîk:Sedran Cano
Негізгі бет Farqin Azad-Êdî Bese Lê Dayê-Acustik
Пікірлер: 7