Dilbêzarê Bêkes - Welatê Min Xerabe Ye
Welatê min ne ava ye
Wekî bûka bêzava ye
Herdem nav kul û cefa ye
Berfa çiyan tev hela ye
Li nav golan av ceva ye
Lê ew av tev bereday e
Li nav welat kes nemaye
Welatê me tev vala ye
Me ne feqî ne mela ye
Nizanim ev çi ewa ye
Ev çi derd e çi bela ye
Ji kezebê xwîn pala ye
Cîgera min tev pija ye
Ji dilê min xwîn rija ye
Kes xwe cih de tev nedaye
Dibêjin emrê Xweda ye
Негізгі бет Helbest, Dilbêzarê Bêkes, WELATÊ MIN XERABE YE, Xwendin, Dilbirîn Jêhat.
Пікірлер: 2