Belgefilm'a Hozan Aydin 2024
Çi erênî û çi jî nerênî; rexne û pesin çi be, bê fikar û bê kompleks divê were ziman lê, di wextê de! Rexne, wê bibe sedema sererastkirina şaşitiyan û temam kirina kêmasyan! Pesin jî, wê bibe sedema dilxwazî û hewesiyan! Qedirşînasî, Maf û Edalet; tenê di jiyan ê de watedar e.! Lewma jî, divê em li jiyanê qedrê hev zanibin! 🙏💞🙏
Camêr Cüneyt Demir jî, bi helwestek bi vî rengî limin geriya, xwest xebatek e wiha dest pê bike, min jî bi kêfxweşî û bi hestiyariyek zarokî ev pêşniyaz pêşwazî kir û li hizûra raya giştî spasiya xwe jê re dibêjim 🙏
Min gelek car temaşe kir û ji bilî warê teknikî, ez di raxistina berçavî de dîmen bûyîna çîrok ê dinirxînim aniha! Ev xebat, wek “biografi“ wek “kronolojî ‘ya Hozan Aydin e û gelek safî, xwezayî, bê lêzêdeyî ye. Hozan Aydin, ji zarokatî heya xweyî îrade ya xwe ya azad û aram kiye, bi îradeya xweya azad û aram, li gel xemsarî û kedxwarî, jiyanek çawa tercîh kiriye, çi kiriye, bûye xweyî sekneke çawa, bi derûnî û bi hestên xweyên azad, çawa huner afirandiye, çawa xistiye xizmeta gelê xwe, çawa xistiye xizmeta tevgera azadiya gelê xwe û welatê xwe, bûye xweyî livûtevger e ke çawa, di rêwitiya berbi armanca azadiya Kurd, çanda Kurd û Kurdistanê de bûye hevalbend û xizmetkar e ke çawa?!
Ev çîrok, di derya kî de dilop e ke jî be, bi nirxandin, bal kişandin a ser “Jiyan, Mirov, Tevgera Mirov, Huner û Hunermend“ e!
Bi qedirşînasiyek gelek hêja, di nêrîn û nirxandinên gelek hevalên meyên hunermend ên navdar û hêja de û herwusa jî, dîsa bi qedirşînasiyek hêja, di nêrîn û nirxandnên gel de, hema hema bi yekdevî qala Hozan Aydin hatiye kirin 🙏🙏🙏
(Dixwazim xalek e zelal bikim ji bo raya gişti ku, di roja destpêk ê de, derhêner camêr Cüneyt Demir ji bo nav’an bi min şêwirî ku, min hişt ji wî re loma, bi boneya ku bêhna şaşitî jê neyê, min hilbijartina xwe ya ji bo navên hevalên xwe rewa nedit û min xwest Cüneyt bixwe biryar bide lê, li gorî nav kivşe kirina Cüneyt, em bihevre li ser rawestîne bê guman. Ji bo danasîna belgefilm ê, me di 02.02.2023 ‘an de afîş e ke parve kiribû! Di wê afîş ê de wêneyê mamoste Şivan Perwer jî hebû jiber ku, derhêner Cüneyt Demir pê re ketibû têkeliyê û mamoste jî erê kiribû heta li Berlin'ê me hev dît û mamoste Şivan Perwer ji min re jî erê got ku, divê di vî xebat ê de cîh bigirta! bi dastûra wî û bi haya wî bu! Bê guman bê haya mamoste, di projeyek de nîşandan, nêzikatiyek ne di cîh de û ne jî rewa nebû! Pişt re bi xwe bi biryar a xwe ya ku, nizanim bo çi bû, nexwest! Dîsa jî vê biryara mamoste bi rêzdarî pêşwazî dikim 🙏 Lê, divê min ev xal zelal bikira loma me danasîn kiribû û divê şaş neyê fêm kirin)
Di jiyana meriv de gelek qewimîn bi ser meriv de tên bê guman lê dîsajî, hinek kelecanî hene ku, kela dilê meriv, meriv dihejîne ❤️ Min çiqas temaşe û guhdar kir ez her ketim rewşeke wusa a Xwedê 🤲
Zor spas ji bo derhêner Cüneyt Demir ku, di jiyana min de, vêga bû sedema vê kelecana min. Her wekî din, spas ji bo Hozan Mecît ku, bi kedeke mezin û bi sebreke mezin video montaj a vê xebatê kiriye û dîsa spas ji bo Ayhan Erkmen ku, bi îzahatek gelek zelal û bi hestyarî pêşkêşî kiriye 🙏❤️🥰🙏
Ez çav û dilê hemî hevalê xweyên hunermend ên qedirşînas û her ewqas jî hêja maç dikim ku bi dîtin û bi gotinên xweyên dilxwazî, bûne şirîgê vê kelecan a min 🙏💞😢🙏
Bi rêzdarî spas ji bo yeko yeko hemî kesayetên ji bo Hozan Aydin axifîne, herweha hemî kesên ku, keda wan di vê xebatêde heye 🙏💞🙏 Li gorî bicîhkirin a di belgefilm ê de;
Hozan Şemdîn, Dengbêj Zaharo, Şehrîbana Kurdî, Xecê, Brader, Dîno, Hesen Şerîf, Xemgîn Bîrhat, Cewad Mervanî, Rotînda, Canê, Hemê Hacî, Marûf, Ali Baran, Pınar Aydınlar, Yelda Abbasî, Kawa Ûrmîye, Ozan Mecit, Samiye, Meta Kevot, Kerem Korkmaz, Dursun Çelik, Süleyman Korkmaz, Selaheddin Demirel, Kevnar, Mele Dawid, Helîme, Zinet Dinçer, Seyrana Celad, Dadaş, Sefer, Kamile, Hafiz Turhallı, Yekbûn, Sadık Kandil, Fatma, Dîlan Ulu, Tefragül, Meta Melek, Ferîde.
Derhêner: Cüneyt Demir
Derhênerê hunerî: Ozan Mecit
Kamera: Melik Yıldırım, Baran Zîrek
Alîkarê Kamera: Nimet Filik
Set Ronahî: Sait Filik
SPONSOR: Öztat Pasta&Cafe, Kofî Fistan
Rêgihanî: Medeni Çalışkan
Lê bicîhbûn: Süleyman Korkmaz
Cilûberg: Kofî Fistan
Nivîs û pêşkêşvan: Ayhan Erkmen
Reng û Montaj: Ozan Mecit
BARAN Production amade kiriye.
Ger di warê teknikî de jî binirxînim; xwezî derfet heba ku, em karîban li ba hev bûna, rûbirû pirs jimin bihata kirin! Kişandina kamera tam professional biba! Li her deverên kû video ya kesan hatine kişandin, bi kamerayên professional û dîmenên paqiştir bihata kişandin û rûbirû pirs ji wan bihata pirskirin, pevxistin û hwd. 🤗
Bê guman çareserî ji bo şaşitî û kêmasiyan hertim heye lê, jidilî esas e ji bo min ❤️🤗
🙏 33 SAL Li DûRî HEMî NiRXAN ZOR SPAS Ji BO KED A Bi GiŞTî 🙏
All rights reserved, copying without permission is prohibited...
[© 2021 Hozan AYDİN]
AYDIN Social Media Addresses:
Instagram: bit.ly/39EmyzG
Facebook: bit.ly/2P8ZcsG
#HozanAydin #Belgefilm #StranJiyane
Негізгі бет Музыка Hozan Aydin - Belgefilm 2024
Пікірлер: 111