Helbest : #Melayê_Cizîrî
Deng û reng û amadekirin: #Neşmîl_Nizamî
#Sebahelxeyr_ya_xanim...
Sebahelxeyr xanê min
Şehê şîrînzebanê min
Tu yî rûh û rewan ê min
Bibit qurban te canê min
Teˈalellah çi zat î tu
Çi wê şîrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û rahet a can im
Sebahelxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Sebahelxeyr mesta min
Letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperest a min
Tu yî meqsûd û qest a min
Ji meqsûdan tu yî bes min
Bibin ber çerxê etles min
Ji xeyrê te nevêt kes min
Bi reştûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewgan im
Sebahelxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Ji wê zulfê ji wê bendê
Reha bim lê, ji peywendê
Siyehçeşmê spîzendê
Te sohtim şubhetê findê
Şubhê şemˈ û şemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
Zeˈîf im wek hilal im ez
Sifet goyîn dikalim ez
Vi bilbil ra bi evxan im
Sebahelxeyr ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Vi bilbil ra şev û rojê
Li ser wê terh û bişkoj ê
Enîmahê, şefeq rojê
Te sohtim şubhetê dojê
Ku dûr im ez ji wê hûrê
Tinê carek li ser sûrê
Ji Wadî, eymena Torê
Tecella kir di nêv nûrê
Ji wê sohtî dil û can im
Sebahelxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Ji husna wê tecellayê
Yedê beyza û bala yê
Çi wesfan bêm xeber nayê
Welê dil, cezbeyê dayê
Ne hişyar im ji wê berqê
Ji zertacê li ser ferqê
Spêde da heta şerqê
Belê nayêximê ferqê
Ji zerbê ˈişqê nalan im
Sebahelxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Zerîf î, nazik î, şeng î
Sifethûr î, perîreng î
Bi rojê ra tu hevdeng î
Du reştûzên siyehreng î
Kişandin lê ne wek caran
Xedengên qewsê nûbaran
Ji rengê şîr û mûkaran
Reşandin sîne wek baran
Ji wê zerbê pir êşan im
Sebehulxeyrya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Veke carek xet û xal an
Li ser wan mesned û pal an
Bixwîne lê me ˈebdalan
Bibînin ˈîd û sersal an
Îcazet dî me destûrê
Perîrengê, sifethûrê
Ji nêva zulmet û nûr ê
Binoşîn mey di ferfûrê
Ji dil talanê xalan im
Sebehulxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Ji şehkasa ku qerqef tê
Meya nûrîn, muşerref tê
Nişanek dilberê, kef tê
Ji bo min, herseher xef tê
Ji wê camê, dinoşim ez
Seher lew ney li hoş im ez
Ji ˈamê lê dipoşim ez
Bi can her lê dikoşim ez
Ku xalib mest û sekran im
Sebehulxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
Were pêşber Melayê xwe
Şehîd û mubtela yê xwe
Bi şefqet ke liqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe
Mesîhayê li bîmaran
Kesên geztî du reşmaran
Şehîdên şîr û mûkar an
Kirî amancê nûbaran
Li dîdara te heyran im
Sebehulxeyr ya xanim
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û bala yê
#Ehmed_ê_Xanî #Ehmedê_Xanî #Memûzîn
#Mem_û_Zîn #Memozîn #Mem_o_Zîn #Mem #Zîn
#helbest #sitran #kurdish #kurdishmusic #lawje #kurdistan #dengbej #helbest_ên_kurdî
#jiyan #Mem_û_Zîn #evîn #Xanî #Ehmed_Xanî #amed #diyarbakır
#kurdishmusic #kurdî #dengbej #folklor #helbest #helbestenkurdî #بوکان #kurd #مهاباد #سه-رده_شت# #Neşmîl_Nizamî #lawje #Newroz #Newroz_pîroz_be #Sitran #Helbestvan #Ûrmîye #Kurdistan #Helbestvan
Негізгі бет Ойын-сауық Melayê Cizîrî - Sebahelxer ya xanim - Neşmîl Nizamî
Пікірлер: 4