BENDEWAR
Hêjî dibînim xeyala wê rojê
Tu tê ji hember li min roj hiltê were lê
Sal diçin dibim kal
Navê’m kirin bendewar
Bûm pêkenîn bûme qal were lê
Ev bêdengiya dijwar
Li ser milê min bûye bar
Min ne denge ne olan were lê
Xêrnexwaza gotin ew êdî nema tê
Gaziya min gihîşt erşê xwedê were lê
Dema stêrk lerizîn
Esman ji nîvî de derizî
Şahî ji me hate dizîn were lê
Were bila ken were
Were bila reng were
Were bila tav were
Were lê
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Aranje : Azad Yilmaz,Mem Ararat
Kopuz,Perkusyon,Edît: Azad Yilmaz
Tembur : Argeş Ekdî
Bass . Haşim Dogrûl
Mîks û Masterîng: Xebat Aşmî
Lîstikvanê Klîbê : Ozgur Adiguzel
Vîdeo Montaj : Robîn Lîon
Zor Spas bo Ozgur Adiguzel
itunes.apple.com/tr/album/xewna-bajarek%C3%AE/1413995218?l=tr
open.spotify.com/album/0J8dt8FzCBXpErfxpyNdV7
www.memararat.org
twitter.com/araratmemm
facebook.com/araratmemm
instagram.com/memararat__official
kzitem.info
Негізгі бет Музыка Mem ARARAT - Bendewar
Пікірлер: 1,1 М.