PENABER
Ji Gulazerê (Akın) re…
Ez im ji dengê bêdengiyê re dibim olan
Li stargeha tenêtiyê rû didim ewran
Her dubare dibe ev çîrok li vî taldeyî
Laş dijî kevn dibe, lê her zarok im ez
Bi ba re diçûm deryaya herî dûr
Hemû çîrokên mayî jî min bi xwe re dibir
Deh gav diçim û vedigerim,penaber im ez.
Kê dîtibe ezmanê sayî ew e mîrê mîran
Yên li jêr stêrka razayî ew e xwediyê xewnan
Ma temen çiye dostên min li nav çar dîwaran
Ew ê ji kevira ezman çêdike,sêhrebaz im ez
Gotin û Muzîk : MEM ARARAT
Guhdarên delal,strana me ya vê hefteyê "Penaber"e.
Ev sitran di sala 2007 an de tevli çîroka min a muzîkê bû. Bermahiya zivistanekê ye.Lê di sala 2018 an de me xist rojeva xwe û li ser stranê em xebitîn. Me tê de hinek guhertin çêkir.
Ez bi hêvî me em serê we neêşînin.
Silav û rêz û hezkirin bo hemû dost û guhdaran...
Mem
Keman : Bilind Şakir,Ahmet Tirgil
Bass,Pîano,Edît,Recording :Mesût Yucel
Mix and Mstering : Nîhad Jemsher
Aranje : Mem Ararat
itunes.apple.c...
open.spotify.c...
www.memararat.org
/ araratmemm
/ araratmemm
/ memararat__official
/ memararat
Негізгі бет Mem ARARAT - Penaber
Пікірлер: 723