Albûm : 9,81 N/kg
Stran/Song : Carek din
Gotin û Mûzîk / Lyrics & Music : nubian
Music Production : Manda Records by Marcus Friedrich Schultz
Gotinên Carek din
Silav ji êşên ku rihê diteqînin
Silav ji te re dilê min
Te ez jibîr nakim.
Emir ji bo hezkirinê
Kin e willeh ez dizanim.
Çavê min carek din te nabîne
Biyan im.
Emir ji bo hezkirinê
Kin e willeh ez dizanim
Dilê min carek din kesî germ nake
Biyan im.
Wa çend şev in bi xeyalên te heyirî mam e
Wa çend şev e bi xeyalên çavên te şîyar im...
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Te çima ji min re ne got:
'' Neçe bimîne li ba min! ''?
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Dilê min carek din ji kesî hez nake
Biyan im..
Çav-xezal êşê min î herî xweşiya cîhanî
Nadim cihê te kesî
Dilê...
Ayyyy giran im..
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Te çima ji min re ne got:
'' Neçe bimîne li ba min! ''?
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Dilê min carek din j'kesî hez nake
Biyan im..
Wa çend şev in bi xeyalên te heyirî mam e
Wa çend şev e bi xeyalên çavên te şîyar im...
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Te çima ji min re ne got:
"Neçe bimîne li ba min! "?
Emir ji bo hezkirinê kin e willeh ez dizanim
Dilê min carek din ji kesî hez nake
Biyan im..
Nubian
Arrangement, Saz , Guitar: Ufuk Elik
Keys: Cem Dinler
Photo by Nadja Blume
Ev albûm bi tevahî ji hêla nubian ve hatiye nivîsandin . 2024
Dest pê kirin : 06.03.2024
Qedandin : 30.08.2024
Spasîya mezin û giran ji :
- Marcus Friedrich Schultz / Manda Records by Marcus Friedrich Schultz
Ji bo alîkariya
-Nezîr Melle
-Jonas Stein
-Natti Blume / Blume art
Özgür Işik
Neshwan Hariki
Dîlber
Albûma 9,81 N/kg
/ Ev Albûm, albûma sêyemîn e. Bi tevahî tê de 10 Stran henin û bi tevahî gotin û mûzîk ji nubian in. Tenê strana "Mijdar", mûzîka wê folklorî (gelerî) ye.
.
.
Vê carê 4 stran bi enstrumanên kurdî û hinekî modernî û 5 stran hinekî nubianî 😊 û 1 stranekê epic (hinekî fantastîk ) e.
.
.
Kes di vê jiyanê de ne sedî sed û bêqisûr e.. Lê Mûzîk û huner her tiştî temam dike..bi mûzîk meriv baş dibe û bi huner jiyan xweş dibe.
Ji bo zimanekî taybetî û bi serbixwe...Tenê bi Kurdî...
Hêvîdarim xweşa we here.
Nubian
..
Album 9.81 N/kg / This album is the third album. There are a total of 10 songs, and all of the lyrics and music are original. Only the song "Mijdar" has traditional (folk) music. . .
This time, 4 songs are played with Kurdish and some modern instruments, 5 songs are somewhat original "nubianic" 😊, and 1 song is epic (a bit fantastic). . .
.
.
No one in this life is perfect or without flaws... But music and art complete everything. With music, one becomes better, and with art, life becomes beautiful. For a special and independent language... Only in Kurdish... I hope it reaches your hearts.
Nubian
[© nubian Mafê belavkirin yan dananê bê destûr nayê dayîn.
© nubian Unauthorised copying, hiring, lending, public performance and broadcasting of this recording prohibited.]
#albuma3 #carekdin #nubian #kurdî
#jiboKurdî #jiboziman
Негізгі бет nubian - Carek din
Пікірлер: 14