11 meh in malbat û parêzer nikarin hevditinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin. Herî dawî hin hesabên medyaya sosyal derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan de hin îdia parve kiribûn. Piştî van îdiayan malbat û parêzer ji bo "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê bersiva malbatê û parêzeran neda. Piştî vê bira Mehmet Ocalan, di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Ocalan re axivî, lê belê hevdîtin tenê çar deqe û nîvan dewam kiriye. Di hevdîtina bi rêya telefonê de Abdullah Ocalan, diyar kiriye ku hevdîtineke bi vî rengî bêhiqûqîtî ye, heger hevdîtin çêbibe divê li Îmraliyê çêbibe û dixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike.
Parlementerê HDP'ê yê Riihayê birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, ji bo hevdîtina navbirî destnîşan kir ku hevdîtineke "korsanî" ye.
#mezopotamyaajansı #ajansamezopotamya #abdullahocalan #omerocalan #tecrit
Негізгі бет OMER OCALAN: EV NE HEVDÎTIN E PROVOKASYON E
Пікірлер: 26