Îro ji husna dilberê dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim bi berqa lami’ e ew necm û bedra talî’ e
Şemsa semayê rabi‘ e lew pir ji şewqê şewişîn
Pur şewişandîn wê dil e zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile selwa 'eqarib lê meşîn
Selwa 'eqarib lê weten ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjîn guft û ken biskan di lê kir baweşîn
Biska siyah re'na ye mest yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best derbendê ew zulfa reş în
Êsîr kirim zulfa çelek ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek mecrûhê qewsê purweş în
Tîr dan ji qewsê malzirav ew gewhera pir şewq û tav
Sotîn li min cerg û hinav lew têk ji cergê herişîn
Cerg û cesed têk sohtine lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tîne heyranê dêma mehweş în
Hem bedr û hem zuhra ye dêm ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm herfan ji miskê lê nişîn
Lewhê ji nû sîqal bidin herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa siyah 'enber bike xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike misk û gulavê lê reşîn
Mawer ke terh û bişkuwan cîranê berg û lû’lûwan
Ew 'er'er û selwa ciwan şetrî bi mestî lê xwişîn
Şetrî we tayên sor û zer bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per lewra sekara bêhiş în
Meşha seher yarê şefîq da min bi enguştên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq mexmûrê xemra bêxiş în
Mexmûrê bê camê ez im yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im perwaneyê şem'a geş în
Perwaneyên sotî kebed dilber ji ber birca esed
Tîr dan ji reştûzên samed lew têk ji xûnê neqişîn
Kuştim bi qewsê 'enber e şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere evreng e em mihnetkeş în
Mihnetkeşîn roz û şebê der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê ew 'edl e em pur pê xweş în
Zulma tu kî pur pê xweş im sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im rûhek mucerred bêleş în
Min dî sehergaha elest camek ji kewser dost di dest
Jê da melê lew maye mest hetta heyatê serxweş în
Негізгі бет Îro Ji Husna Dilberê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
Пікірлер: 33