#sinanusakine #cirok #RêşadSorgul
Sînan û Sakînê
Îbrahîm Osman
Felekê di demsal û werza Biharê de, dest pê kir, qorên dîwarê çîrokeke xembar a du ciwanan a Sînan û Sakînê bi kevirên reş ên çiyayê Qerejdaxê lê kir. Qûntarê Qerejdaxê kirasê bûkaniyê ji ser xwe avêtibû, bi rengê cûrbicûr ên kulîlkên rengîn xemilî bû.
Salnameyan sala 1950 nîşan dida. Di navbera Kurdan de urf û edetên kirîvantiyê hebûn. Ên dibûn kirîvê hev dibûn mîna malbatekè. Eger xwîna meriv li dawa hev ket êdî malek dihatin hesibandin. Dibûn mîna xwişk û biran. Rêzik û pîvanên eşîran û civakê wisa bûn.
Sînan û Sakîne ji du eşîrên cûda û gundên cûda bûn. Sînan ji eşîra Endarî ji gundê Gola Endarê bû. Sakîne jî ji gundê Cibinya Têla bû. Malbata Sînan û Sakînê kirîvê hevbûn. Sînan di dawa bavê Sakînê de sunet bûbû.
Her ku Sînan mezin bû ji ber wêrekiya xwe nav û dengê wî belav dibû û ew navdar dibû.
Li herêma Kêş û Mizarê Gola Hêmo hebû. Ev gol bi masiyên xwe yên spî û beqerî navdar bû. Sînan xortekî kamil û gerûd bû. Carnan dihat kêleka golê temaşa masiyan dikir. Rojekê Sînan li ber golê keçikek dît. Keçik ewqasî lihevhatî û xweşik bû, hişê Sînan vê re çû û evîndar bû. Awirên wî bi pêtiya evîna hundirê wî re li ser ava golê meya. Ji wê rojê û pê de Sînan bê navber hat ber golê. Sakîne jî carnan dihat ber golê. Di van çûyin û hatinên wanî li ber golê re galgalên wan li gev diqelibîn û bi hev re dipeyivîn. Gola Hêmo û masiyên spî govanî û şadetiya van gotinên wan dikirin. Haya wan her dûyan jî ji kirîbantiya navbera malbatên wan nîne. Gava ev kirîbantî çêbûye ew her du jî du zarokên xeşîm bûn.
Kengî li ser hev şengî bengî bûn û xelk û alem bi evîndariya wan hisya, ew jî nû pêhisyan ku kirîvên hev in. Astengî û kelem derdikevin. Tevî her tiştî, Sînan her roj tê ber golê, çaverê hatina Sakînê ye. Lê Sakîne nayê. Bi hinek rê û rêbazan xeberê dişîne ji Sakînê re, lê cab û bersiv nayê.
Sînan mîna mirovên dînî dîwane her roj tê li ber golê rûdinê, mîna ku Sakîna Ayibê Mamo li hember wî be, evîna xwe ji masiyên golê re dibêje. Lê ji aliyê gundê Sakînê, dengê hawarê bilind dibe û pêtiyên êgir kezeban dişewitîne. Sakînê bê dil û bê evîn, bi darê zorê dikin bûk. Wê didin dewlemendekî Ereb ji eşîra Hedêdiyan. Sakîne çiqasî digrî, nifiran jî dike bêgave. Li ber urf û edetan stûxwar e, bêgav e.
Ji zewaca wê keçeke wê çêdibe. Sakîne di ber zayinê de bawî dibe û du salan nikare ji nava nivînan rabe. Lê di wan her du salên ku Sakîne li erdê ye jî Sînan her tê ber golê, eşq û evîna xwe ji masiyan re dibêje.
Piştî du salên nexweşiyê Sakîne dimre. Piştî mirina Sakînê ba li serê Sînan dixîne û Sînan dîn dibe bi çolan dikeve. Demeke dirêj Sînan wenda dibe. Malbata wî bi şopa wî dikeve wî li Wêranşarê dibînin. Malbata wî, wî dibin ba xwe. Demeke dirêj ew jana evîna xwe dikşîne û pişt re ew jî digihîje Sakînê.
Qeder û çarenûsa Sînan û Sakîneya bextireş, li ser kevir û zinarên Qerejdaxa xopan, yên mîna bext û sihûda wanî reş hatiye neqişkirin.
Sihûda wan nebû ku bigihîjin hev. Lê agirê evîna wan bû stran û hawar li ser zar û zimanê stranbêjan.
Негізгі бет Sînan û Sakînê - çîrok - Îbrahîm Osman - Rêşad Sorgul
Пікірлер: 25