Helbesteke Melayê Cizîrî
bi dengê Necat Zivingî
Ellah Sehergaha Ezel
Ellah sehergaha ezel yelmûmê ‘işqê şu’le da
Nûra cemala lem yezel zatê tecellaya xwe da
Zatê tecella bû li zat bê îsm û asar û sifat
Sirrê hurûfên ‘aliyat xef bû di sitr û perde da
Zatê muqeddes bû wucûd coşiş nedabû behrê cûd
Wesf û îdafat û quyûd yek jî tecellayê neda
Husn û cemalê xwest evîn vêkra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bu ‘işq û vîn wan lêki naz û ‘işwe da
‘Işqa ji nûra layezal , husn û cemala bê mîsal
Îsandî yelmûm û şemal dîsa xwe lê perwane da
...
Негізгі бет Sehergaha Ezel - Melayê Cizîrî & N.Zivingî
No video
Пікірлер: 41