Silav û rêz!
Gohdarên me yên delal û ezîz, em ê îro bi 3 stranên gelêrî yên Kurdî bibin mêvanê we. ‘Govend e’, stranek ji devera Zaxoyê ye ku ji alîyê hunermendê nemir Erdewan Zaxoyî ve hatîye gotin. Strana ‘Çavreş’, min di zaroktîya xwe de li ser radyoya Êrîvanê ji dengê nemir Temûrê Tele lê gohdar kiribû. Strana ‘Lê Gulê’, jî min berîya çar salan ji dengê hunermendê qedirbilind M.Arif Cizîrî lê gohdar kiribû û dil dabûyê.
Ji zû de ye ku min dixwast ez kurtealbûmekê ji stranên gelêrî yên Kurdî çêbikim. Ew stranên gelêrî, cewhera rih û dilê me ne. Ez bi xwe weke hunermendeke derbederbûyî welat, çi caran wan stranbêjan jibîr naekim û nahêlim bên jibîr kirin. Ev her 3 stran wekî EP bi navê Zîv hatine weşandin. Di meha Gulanê de jî em ê bi 2 stranên nû bi we re bin.
Ger we strana me eciband ji kerema xwe re pê li bişkoka ecibandinê bikin û bi şîroveyên xwe me kêfxweş bikin ☺️û ji bo piştgirîyê bibin abone qenalê me👆🙏
Sipasîya min a taybet ji bo lêkolînvan û berhevkara stran û awaza Kurdî, Zeyneb Yaşê ye ku bi xêra keda wê ya mezin min xwe gihand van stranên zêrîn. Her carê, bi her awayî alîkarîya wê ya ku dighê min bo min pir bi qîmet û hêja ye.
Her wiha hûn dikarin, tekstê strana ‘’Lê gulê”ya bi kurdî li jêr e
hilbijêrin û jiber bikin:)
Music&lyric: M.Arif Cizrawî
Collected by: Zeyneb Yaş
Arrangement: Serkan Duran
Mix&Masteeing: Erman Aydoner
Studio: Harun Elki
Violin,Buzuki,Cümbüş,Ud, Percussion:Serkan Duran.
Bass Gutar: Şener Yilmaz
Guitar : Harun Elki
Clarinet, Duduk: Erdi Arslan
Photographer:Murat Arik
Producer:Tara Mamedova
Sponsor: Yalçın Arı
Redected: îbrahim Xort
Mekuep Artist: Ezgi Turna Sadeghi
Translation/Çeviri: Mehmet Şarman-Hasan Bayam
Lyrics
Lê Gulê, lê Gulê helawa têr kakilê
Helawa têr kakilê min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê
Helewa têr kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar gulê
Helewa tijî kakilê
Herkes tê lê mala gula, bêbextî lê lê lê gula
Yexsîrê çandî gula, were were nav gula
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê, helawa têr kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê
Helewa têr kakilê
Ji Cizîrê çavreş e, werzê pî lê zebeş e
Zebeşe dendik reş e, Zebeş e dendik reş e
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê, helawa tijî kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê
Helewa tijî kakilê.
Linke tıklayıp Tara Mamedova KZitem kanalına ucretsiz abone ol
/ taramamedova
Folow Tara Mamedova
INSTAGRAM
/ taramamedova
TWETTER
/ taramamedova
FACEBOOK
/ tara.mamedova
WEB
Contact: Azad Bozan : +90 (533) 165 21 02
Негізгі бет Tara Mamedova - Lê Gulê - [ Official Audio | © 2022]
Пікірлер: 225