#nu #yeni #albüm #2022 #Xecê
Xecê - Bejn û Bala Te
"Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo"
bfan.link/guld...
Production: Ses Media Müzik Yapım
Aranjör: Abdullah Karakaş (Hecî K. Azad)
Mix Mastering: Enver Akarcalı
Sererastkirina Nivîsan: Mehdî Tanrikûlû
Bağlama-Ud-Lavta: Abdullah Karakaş (Hecî K. Azad)
Ney: Eyüp Hamiş
Keman: Ayhan Beyazdağlı / Hüseyin Dalkıran
Mey: Zübeyit Çelebi
E. Gîtar: Baran Karakoç
B. Gîtar: Emrah Doğrul
Klavye: Alper Doymaz
Perkusyon : Pirkemal Barış
Kanun: Fatih Alaskan
Wêne: Lukman Ahmad
Grafîk: Hasan Tek
Motion Design: Cihat Özcan
"Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo"
Berhema min a sêyemîn, ji bo bîranîna hunermendê nemir Mihemed Şêxo ye.
Diyarî ji bo hemû guhdar û hezkiriyên ezîz.
Ji bo min şanaziyek bêhempa ye ku evîn û hestên hunermendek heja û qedirbilind bi we re parvedikim.
Di serî de spasiya Brêz Muhsin Altıntop, Ethem Güner, Ses Media û hemû xebatkarên wan dikim ku bi projeyek wisa hêja piştgirî dane min. Spas ji bo dost û hevalê min û aranjorê min ê hêja Abdullah Karakaş (Hecî Azad ) ku bi hûnandinek xwezayî, bingehek cuda û rengê xwe xist vê xebatê. Spas ji bo wênesaz û hunermendê hêja Lukman Ahmad kû bi pênûsa xwe hêzek da berga vê xebatê. Di aliyê wergerê de spas ji mamoste hêja Lokman Ayata re. Spas ji bo hevalê min Mehmet Kartal û malbata min ku her dem û wextê di jiyana min de piştgiriya min dikin. Spas ji bo we hemû dostên ku ji min re dilê xwe vekirine.
BEJN Û BALA TE
Gotin: Cigerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te Ezman e
Kitanek reng sipî li te ye
Serê zozan û Sîpan e
Li jorê kanî û cobar
Wek û hestir dibarin xweş
Li jêrî te dibînim ez
Buhişt û bax û bîstanê
Kirasek etlesê keskê
Bi rengê rojê neqşîne
Li bejna te dibînim xweş
Bi surme şal û mîtane
Çi reng şêrîne yara min
Şepal û nazik û şox e
Ferat û Dicle û Xabûr
Li se bejnê de berdane
Ji xwîna min tu lêv sor î
Ji bîna min gula cur î
Tenê min bazinên zend in
Te zincîrên di lingan e
#nu#yeni #albüm #2022 #Xecê
Kanala abone ol ve yeni videoları kaçırma
Bibe Endame Qenalê Videoyê Nû Temaşe Bike..
/ xeceofficial
İletişim/ Têkilî : 0535 738 33 38
Sosyal Medya Hesaplarım / Malperên Medya Civakî:
KZitem :
/ xeceofficial
Web sitesi :
www.xece.com.tr/
Facebook :
/ xeceofficial
İnstagram :
/ xece_official
Twitter :
twitter.com/Xe...
Негізгі бет Xecê - Bejn û Bala Te - Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo
Пікірлер: 21