Xelîl Xemgîn - Eman Hey Lê
Album: Ax
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Tu şêrînî pir ciwanî
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vê rengî tu anî
Wer di nav destê min danî.
Heylê hey lê, hey lê hey lê
Şev û rojan ez di meylê.
Xamekêşan xweş nivîsî
Heyv û rojin lê di îsî
Qelen pire hezar kîsî
Kes nikare te ramusê...
Zirav bejnê nuzarokê
Kiras kinê li ser çogê
Por şevînê, xifalok
Bi şev heyvê, rû ji rokê...
Min xwedî kir bi xêzanî
Bi dil kul û cangiranî
Mal û canê xwe li ser danî
Jîn jî li min kir erzanî...
Bilind bejnê serwa sehê
Enî rojê, ebrû mehê
Negihane vê remza te hê
Sed car weylê, li min heylê...
Gewher çenê şêrîn kenê
Hingiv di nêv lêv û çenê
Berfa sipî di gerdenê
Naghê kesî bi xwestinê
Rteşmberî rengê şevê
Ebrû kevan, ciwan çivê
Xwîn şêrînê wek hingivê
Rengê gulê lêv û devê
Çavên belek çi mêrkujin
Lêvên di sor çi xwîn mijin
Bisk û kezî çi xwînrijin
Dêm û enî pir paqijin
Lêv şêrînê dêm şekerê
Carek me dît li ber pirê
Min bi çavan gazî kirê
Ka ew evîna mey berê
Gotin xweşê, dilovanê
Gulê gazikri rihanê
Wer bibîne vê ciwanê
Kê ev reng û rindî danê
Reyhan kenî, gote gulê
Sêv gihiştin di paxilê
Bisk û kezî reş kakilê
Lêv dermanê derdê dilê
Rista min a ji gewhera
Ronî dide rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwe ra
Rabe ser xwe dilovanê
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi destên te hozanê
Da em herin kurdistanê.
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: / xelilxemgino. .
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #ax #emanheylê
Негізгі бет Xelîl Xemgîn - Eman Hey Lê (Official Audio)
Пікірлер: 31