Xelîl Xemgîn - Siwaro
Album: Siwaro
Text & Musik: Xelîl Xemgîn
Çavkanî: Hesen Cizîrî
SIWARO
Siwaro, siwaro hêy...
Siwaro min got îro bi mije,
Banê kehlê, jê re dibêjine bi mije/ gebarê Botanê...
De bejna bavê nadirê siwarê mihubê dilê min rebena xwidê,
Vê sibê li serê çiyayên kurd û Kurdistanê gije-gije...
Siwaro, siwaro... hewar e ji tere nemînim lo lo...!
Siwaro tu siwarê rojhelatê siwarê şerqê....
Şernexê virana heya amedê...
Ji serê rêyan û derban, li berê birbangê û şefaqa sibê...
De mîna hêlkan û firqeta bayê serê sibê
Li Cizîra Botan, hênik,hênik diherike û pêl dide...
De belav dike li bakur û başûr, mizgîn dike
Mizgîna buhar û felatê ayî...
Siwaro... dilê min bitere lo lo...!
Siwaro, rabe sibe ye, sibe derenge....
Tîrêjin rojê şewqa xwe da ye birc û banya
Girtî tev bajar û gunde, dixemlîne ayî....
Qebiqeba kewê kozê vê sibê dixwîne li ser hêlînê.
Fîxan û çîkeçîka dengê bilbil û şehlûra,
Awaz û xweş denge...
De rabe xwe bi çek û rext û rum û mertalên xwe girê de
Bese ji vê xewa bê dilî û bê denge...
Ev roja tolheldan û yekheva mezine.
Ev roja serhildan û cenge.
Derabe siwarê mihubê dilê min lo lo...!
Gotin û Muzîk: X. Xemgîn
Çavkanî: Hesen Cizîrî
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: www.facebook.c...
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #bagok #siwaro
Негізгі бет Xelîl Xemgîn - Siwaro (Official Audio)
Пікірлер: 46