Xwezî,
Bûbûma sur,
Xwe li nava porên te,
Li ser lêvên te,
Ba bidim,
Rondikan ji çavên te malişim,
Xwezî,
Mîna teziyeke hênik,
Dagerim li nava dilê te,
Bibim keserek,
Bibim hesretek,
Bibim aveke qerisî,
Di kefa destê de,
Xwezî,
Bûbûma kevokeke sipî,
Li ber pencera te xwe deynim,
Kabeya rûyê te tewaf bikim,
Bibim bêhna gulekê,
Bibim evîneke bêpayan,
Bêhemkûf,
Di dilê te hilneyê,
Di çavê de biteyisim
Xwezî,
Bibim kaniyeke dibilqe,
Tu lê rawestî,
Tu biqurûsî,
Ez binoşim,
Lêvên şîrîn..
Xwezî...
Netirsiyama ji nazikiya te,
Ji şikestin,
Ji tenikiya te,
Ji evîna te ya şermoke,
Minê bi bijangên xwe,
Te şiyar bikira ji evînê re,
Xwezî...
Негізгі бет XWEZÎ - RÊŞAD SORGUL (رێشاد سۆرگول)
No video
Пікірлер: 7