Ey şehinşahê mu`ezzem heq nigehdarê te bî Sûreyê »inna fetehna« dor û madarê te bî Her kinarê pê ve wergêrî `inanê himmetê Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî Dayima menzilgeha sûra te bit birca şeref Tali`ê ferxende û bextê se`îd yarê te bî Seb`eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê Girdiş û dewrê `eceb der xizmet û karê te bî Mahitaba dewletê yek pertewek şem`a te bit Afitaba ref`etê berqek ji enwarê te bî Lami`-i fetha ezel berqê ji ber tacê te dit Kewkeba se`da ebed necmek ji seyyarê te bî Berqê subbûhî ko işraqê li sed canan didit Ew ko keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî Rayeta fethê ji nesra te ko her menşûr-i bû şehsiwarê ferrê subhanî `elemdarê te bî Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî Gerçi der iqlîmê rabi` hate textê seltenet Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bit Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî Ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhê şem` Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî şahibaz er çend-i perwazê bi bala bêt û ret Dê di nêv tora te bêt û seydê şunqarê te bî şahê pirheybet didêrit lê bi sehmê zêde yî Sa`eta xeflet xwiya bî kûz di bin barê te bî Her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit Her kesê `aqil bitin dê her di çokarê te bî Ê divêt azade bit dê çehvnêrê lutfa te bit Herçi istixna di dil ber minnet û parê te bî Her kesê qestek di dil dê qest-i dergahê te kit Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te bî Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can û dil şubhetê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî Ma bi `êş û noş û şahî ew qeder `umrê te bit çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te bî Her kesê ne j`can du`ago û senaxwanê te bit Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî Medrekê `ilmê demîrê şemmeyek wesfa te hat Wer ne key `alem bi şe`nê qedr û miqdarê te bî Qest û daxwaza Melê da`im ji can û dil ev e Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te bî
@memetmanaz6956
6 жыл бұрын
“Nêy tîne Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî”
@yusufakt5057
3 жыл бұрын
Roja refenradûmê jî li me pîroz bi. BarekAllah. MaşaAllah
@orhanyildirim6097
3 жыл бұрын
Helbet helbest mukemmel e belam cenabê te jî helbestan bi awayekî nuwaze bi deng dike ! Her hebî
@serbestcan1759
6 жыл бұрын
ji cizîra BOTAN : Rêz û silaven germ. Ji bo kar û xebat weşanên te re. Her serkevtin. Necat bra mamostê hêja.
@canadil5620
6 жыл бұрын
Her biji kurd u kurdistan
@cutestanimals2198
3 жыл бұрын
Her bijî Kurd û Kurdistan her bijî serok Barzani
@delildeutschland6753
6 жыл бұрын
Belê Bo Serxwebûna❤Kurd🌞istan💚
@tayebmustafa8606
4 жыл бұрын
Her bijî mamusta Necat!
@necatzanyar
4 жыл бұрын
Gelek spas
@jiro8373
Жыл бұрын
❤❤❤❤❤
@hoybunmir4599
6 жыл бұрын
maşallah u suphanallah. ...
@sarwarkittani9030
3 жыл бұрын
Babe min ekemin car diwana melaye ciziri le beds cap kir dest xwesh
@sedatdogan9833
3 жыл бұрын
Herbijî helbest,niviskarê wê,xwendekarê wê û her bijî Kürdistan...
@newrozefrin5223
6 жыл бұрын
Xwedê te biparêze delalo
@Roma-rc8rf
2 ай бұрын
❤Kurdistan ❤
@orfa97
4 жыл бұрын
Her bijî Kurd û Kurdistan her bijî serok Barzani❤️☀️💚
@adel.dahoud
Жыл бұрын
Her habê zemanê kurdî ✌️
@AbdullahAbdullah-go7sq
6 жыл бұрын
Her biji zımane helbest u edepyata. KÜRDİSTAN:
@Mohammad-aus-Deutschland
6 жыл бұрын
Deng xweş
@resoyemuso
3 жыл бұрын
Hin kurdên me hene ewqas korfehmin û bê têgihîshtin in ... Melayê cizîrî , perda mehrîbaniya xuda lê be, ev helbest bo Xudayê blind afirand.. Lê mixabin derhinêrvan va Klîpa Mesûd Nezanî kirî shahê muezzem... law hûn chima rastiyê dikujin. bo chi? chiqas dirav dan we? wax li min ê...
@hogirsidiq1
6 жыл бұрын
Sihet xuş seyda
@giyasettinabusak1828
6 жыл бұрын
Sihhet xweş bira
@newrozefrin5223
6 жыл бұрын
Ez qurbun vî dengi
@soryaz6935
6 жыл бұрын
Dest xweş Navê vî fon muzîkê çîye
@ramazanbeyaztoprak6277
5 жыл бұрын
Muzîka Muhamed esfhani ye...
@saz9696
6 жыл бұрын
Her bijî seydayê hêja !!!
@alihussein991
6 жыл бұрын
دهست خوش 👏✌️👏👏✌️👏
@_aram_8584
2 жыл бұрын
Her saxbi deng xwesh
@newrozefrin5223
6 жыл бұрын
Deng xweş tu her hebê
@ramazanbeyaztoprak6277
5 жыл бұрын
Helbest jî pirr xweşe 🌸
@dilshadmella
6 жыл бұрын
hey dest xweş..
@ismailkocyigit838
5 жыл бұрын
Maasallah
@kovankhalaf2562
3 жыл бұрын
❤️❤️❤️
@bahaddinveysioglu2464
Жыл бұрын
🙏🙏🙏
@botani1994
Жыл бұрын
🙏🙏💖♥️
@lack7354
Жыл бұрын
1:28 ameen Amen🤲🤲🤲
@user-cr5rv2vt1z
5 жыл бұрын
serok hejaye vê dastanê sipas
@inanibrahim4102
2 жыл бұрын
Desg xweş bra zor cweşbo . Music ya de beşra le dekav çeah ?
@@yasertosun8162 Yaw min ew qas vir ser kirin yek ji wan jî wekî ya te nebû :)
2 жыл бұрын
Mordem Sanat bi şanoya (Nobedarê Dilên Hêsîr) felsefeya Melayê Cizîrî vedibêje. Hûn dikarin li ser vê lînkê temaşe bikin kzitem.info/news/bejne/mWqw22iLqWt2n4Y
Пікірлер: 53