Meşşateyê husna ezel
Çengalê zulfan tab da
Da ˈişq-i hil bit pêl bi pêl
Qelbê me bê cellab da
Husna hebîb û lutfê yar
Avête dil ˈişqa xedar
Lew selb kir jê ixtiyar
Wê husnê ev îcab da
Min dî seher zulfên di mest
Hatin sema ihram best
Çûn secdeya xalê bi qest
Lew haciban, mihrabda
Rûh û rewanê min hebîb
Dîsa bi telbîsa reqîb
Rencîde kir miskîn-xerîb
Terka dilê ehbab da
Mehbûb bi cam a pir gulav
Ker kir li min cerg û hinav
Zehra helahil bû di nav
Lew saqî ew cullab da
Wan dest û zend û saˈidan
Mey dane şêyx û zahidan
Mestî be çeşmê şahidan
Ew nêrgiza sîrab da
Miskê reşandî ez dibêm
Wan nuqteyan hin bûne kêm
Lê "xettê reyhanî" li dêm
Katib ji nû iˈrab da
Nazikqeda nûrînbeşer
Ew bû li min neqşê seher
Dîtna xiyalê her seher
Nav dîdeˈyê bêxwab da
Ew tilliyên nazik reqîq
Pir da me fincana ˈeqîq
Ew badeya nûrîn rehîq
Minnet bi min Wehhabda
Da xef nebit bejna ferê
Mey hate şehkasa sirê
Minnet ko îro dêmdurê
Dîsa şeraba nab da
Mey hate fincana sedef
Kes dê vexwit îro bixef ?!
Saqî bi çeng û nay û def
Ferfûriya mehtab da
ˈÎd e û hebîbê nezre lê
Yê dê bi qurban bit Melê
Ya reb bibînim roj hilê !
Sikkîn di dest qessab da !?
Негізгі бет Ойын-сауық Melayê Cizîrî - Cizîrî - Husna ezel - (Deng û amadekirin: Neşmîl Nizamî )
Пікірлер: 6