18/08/2016...
Dile min helîna teyre bazî
Ezê bala xwe bidime
Wa heyvana ser minre difire dikê gazî
Beje way felek,welate xerîbîye
Te goşte canê min xwarîye tu hestîye min çi dixwazî
------- -- ---------------- ----------------
Beje way felekê mala te şewîtîye
Dile min helîne teyre hewa.
Beje way felekê te sermeda dengê
Qaz u qulinga,refê kewa
Beje way feleke malate şewîtye
Îsal pera teyê emegê min ê heft sala
Kirye emegekî sîs, ê ba bi heva.
Eze bala xwe didime xelkê hinda kirye
Mal û hale dunyalige
Min ewdale xwade hida kireye
Bejna bilind ,Çew û birye reş u belek.
Bejê way felekê mala te şewîtye
Welate me Erdehanê şeş meha ziviztane
Çima teyr nasekine ser helîne
Bejê way felekê mala te şewîtîye
Nizanim bextê minbu nizanim talîhe tebu
Îsal pera qûnde kor runîştîye ser helîna gogerçîne.
Beje way felek way felek
Gelo li dunya ye xelke hinda kirye
Mal û temelê dunyalige
Min ewdale xwade hida kirye
Bejna zirav çew û birîye reş û belek.
Gotin u helbestkar ;Esker DEMÎRBAŞ
Негізгі бет way felekê - Asker Demirbaş
Пікірлер: 6